NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇINARÊ BIRÛSK LI SER 6 ŞIVAN KET 6 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê, birûskê li cihê ku 6 şivan lê bûn ket. Yek jê giran 6 şivan birîndar bûn.

LI ÇINARÊ BIRÛSK LI SER 6 ŞIVAN KET 6 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê, birûskê li cihê ku 6 şivan lê bûn ket. Yek jê giran 6 şivan birîndar bûn. Bûyer, li Taxa Ortaşar a navçeya Çinarê ya Amedê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; 6 şivan dema çûne cihê ku pez biçêrînin, baran barîya û xwe li binê darê girtin. Di wê demê de birûskê ket û 6 şivan birîndar bûn. Hat dîyarkirin ku 2 pez jî telef bûne. Şivanên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn Ramazan B.’yê ku bi giranî birîndar bû, rewşa wî ne baş e. Hat dîyarkirin ku rewşa 5 birîndaran jî baş e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.