NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ BI NAVÊ “KOOPERATÎF” TAXEK NÛ HAT AVAKIRIN

Li Bismilê qada niştecîhê ya bi navê Kooperatîf ji taxa Aralike hat qetandin. Bi biryara Şaredarîya Bismilê û Walîtîya Amedê ve taxa nû ya bi navê Taxa Kooperatîf hat avakirin.

LI BISMILÊ BI NAVÊ “KOOPERATÎF” TAXEK NÛ HAT AVAKIRIN

Hat ragihandin li Bismilê taxeke nû hat avakirin.

 

Li Taxa Aralikê ya navçeya Bismilê ya Amedê, bi biryara şaredarî û walîtîyê, qada niştecîhbûnê ya Kooperatîf wek "Taxa Kooperatîfê" hat veqetandin.

 

Walîtîya Amedê derbarê mijarê da daxuyanî da û wiha got:

"Li Taxa Aralikê ya navçeya Bismilê ya bajarê me ji hev veqetandin û bi navê 'Taxa Kooperatîfê' taxeke nû ava kirin. Li gor Xala 9'an a Qanûna Şaredarîyê ya bi hejmara 5393'an a ku ji alîyê Meclîsa Şaredarîya Bismilê ve di 7'ê Mijdara 2023'an de û bi hejmar 2023/73'an biryar hatibû girtin, bi erêkirina Walîtîya me ya 1'ê Kanûna 2023'an û bi hejmar 87314'an guncav hat dîtin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.