NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BAGLARA DI ŞERÊ ÇEKDARÎ DE 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Hat ragihandin ku li Baglara di navbera 2 koman de şerê çekdarî derket û di encamê 2 kes birîndarbûn.

LI BAGLARA DI ŞERÊ ÇEKDARÎ DE 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Hat ragihandin ku li Baglara di navbera 2 koman de şerê çekdarî derket û di encamê 2 kes birîndarbûn.

Bûyer îro danê sibê li ser kolanê 167emîn a Taxa Muradîye ya Navçeya Baglara Amedê qewimî. Li gor agahîyan di navbera du koman de ji ber sedemeke nedîyar niqaş derket û veguherî şerê çekdarî. Di encama şer de 2 kes birîndar bûn.

Li ser ragihandinê ekîbên tenduristîyê û polês sewqê cîhê bûyerê bûn. Birîndar piştê alîkarîya ewil a ekîbên tenduristîyê sewqê nexweşxaneyê hatin kirin. Hate hînbûn ku xetereya jîyana birîndaran tuneye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.