NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BAGLARÊ JINEK BI AWAYEKÎ GUMAN JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Baglarê jinek bi awayekî guman jîyana xwe ji dest da. Hate îdîakirin ku hevjîna wê revîya ye!

LI BAGLARÊ JINEK BI AWAYEKÎ GUMAN JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Baglarê jinek bi awayekî guman jîyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, jina bi navê Ş.O. ku ev 15 sal e zewicîye û li navçeya Bağlar a Amedê dijî, ji alîyê hevsera xwe ve bi awayekî sîstematîk rastê tundîyê hatîye. Hate dîyarkirin ku Ş.O. ku di dîrokên cuda de çûye cîhên stargehê lê her tim ji alîyê malbata xwe ve hatîye îknakirin û bi zorê vedigere mala ku rastê tundîyê hatîye. Hat îdîakirin ku Ş.O. duh bi awayekî guman jîyana xwe ji dest da û hevjîna wê jî revîyaya.

Cenazeyê Ş.O. birin Sazîya Tiba Edlî (ATK) û piştê karên otopsîyê li Farqînê hat definkirin. Ekîbên polêsan derbarê mirina Ş.O. de lêkolîn dan destpêkirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.