NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ XWEDÎYÊ GALERÎYA SIWARE LI BER CÎHÊ XWE HAT KUŞTIN

Li Amedê xwedîyê galerîyek a siwareyan, li ber cîhê karê xwe di encama êrîşa çekdarî de jîyana xwe ji dest da.

LI AMEDÊ XWEDÎYÊ GALERÎYA SIWARE LI BER CÎHÊ XWE HAT KUŞTIN

Li Amedê xwedîyê galerîyek a siwareyan, li ber cîhê karê xwe di encama êrîşa çekdarî de jîyana xwe ji dest da.

Di bûyera ku serê sibê li Taxa Firatê ya Navçeya Kayapinara Amedê pêk hat de xwedîyê galerîya siwareyan Serdar Tokur (38) ku li ber cîhê kar rûniştibû, ji alîyê 2 kesên ku ji siwareyekê peya bûn ve rastê êrîşa bi çek hat.

Serdar Tokur piştê êrîşa bi çek birîndar bû, ajokar û 2 gumanbarên din bi siwareyê ji cîhê bûyerê revîyan. Tokur ê ku rakirin nexweşxaneyê tevê hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da.

Ekîbên polêsan siwareya ku êrîşkar bi kar anîn û hat dîyarkirin ku hatîye kirê kirin, 2 kîlometre dûrê cîhê bûyerê dîtin. Ekîbên polêsan piştê lêkolîna siwareyê ji bo girtina gumanbaran xebatên xwe didomînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.