NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ WÊ COFFEE FESTÎVAL YA MEZOPOTAMYAYÊ BÊ LIDARXISTIN

Bi pêşengîya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Coffee Festîval, di navbera 28-29-30’ê Cotmehê de, li Amedê "Fûar û Festîvala Qehwe ya Mezopotamyayê" tê lidarxistin.

Di Coffee Festîval ya Mezopotamyayê ya ku wê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê ya Amedê bê lidarxistin de, hemû alîyên ku di pîşesazîya qehweyê de cîh digirin, qehweyên bi kalîte, qehwexane, semîner û atolye tên lidarxistin. Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, di destpêka civînê de axivî û dîyarkir ku ew dixwazin di çarçoveya Coffee Festîval ya Mezopotamyayê de, geşedanên nû bikin û armanca wan ew e ku Amedê bikin navenda pêşangeha Herêma Mezopotamyayê. Serokê Lîjneyê yê Makîneya Dream Sales Alper Seslî jî beşdarê civînê bû. Seslî, destnîşan kir ku axa Mezopotamyayê ya bi bereket, wê cara ewil bi festîval û fûara qehweyê were cem hev û wiha got; "Qehwe, pişte petrolê xwedîyê mezintirîn kelûpelên bazirganî ye û di warê mezinahîya aborî de di kategorîya kelûpelên şil de."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.