NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ TRÊNA BARKIRÎ LI SIWAREYÊ QELIBÎ! 5 BIRÎNDAR

Li Amedê trêna barhilgir li xaçerêya astê li siwareyekê qelibî.

LI AMEDÊ TRÊNA BARKIRÎ LI SIWAREYÊ QELIBÎ! 5 BIRÎNDAR

Li xaçerêya astê ya li ser Rêya Kabê ya Amedê, li siwareya ku Davut Bayram diajot û di nav de malbata wî jî hebû, trêna barhilgir a ku ji Mêrdînê dihat qelibî.

 

Di siwareya ku bi qasê 200 metre hat kaşkirin ajokar û hevjîna wî Salîha Bayram (39) û zarokên wan Eylûl (9), Şahîn (20) û xaltîka zarokan Reyhan (48) birîndar bûn. Piştê alîkarîya ewil birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e. Polêsan derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.