NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ QEZAYA SIWAREYÊ: KESEK JÎYANA XWE JI DEST DA 2 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê siwareya ku ji alîyê Derêçîyê ve dihat, li refûje qelibî û ket li ser texsîya ku di reya hember de bû.

LI AMEDÊ QEZAYA SIWAREYÊ: KESEK JÎYANA XWE JI DEST DA 2 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê siwareya ku ji alîyê Derêçîyê ve dihat, li refûje qelibî û ket li ser texsîya ku di reya hember de bû.  Di qezayê de ajokarê siwareyê mir, 2 kes jî birîndar bûn. Qeza, li Xaçerêya Batikentê ya Cadeya Elezîzê ya Navçeya Yenîşehîrê pêk hat. Li gor agahîyên hatine bidestxistin; Siwareyek li refûje qelibî û ket li texsîya bazirganîyê ya rêya hember. Li ser agahîya kesên ku qeza dîtine, îtfaîye û ekîbên tenduristîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de ajokar jîyana xwe ji dest da û 2 kesên ku navên wan nehat hînbûn jî rakirin nexweşxaneyê. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.