NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ POLÎS DEMA KU KESÊ KU LÊ DIGERÎYA NEDÎT, XWEDÎYÊ MALÊ BINÇAV KIR

Polîsan, dema li Rezanê bi ser malekê de girt û kesê ku lê digeriyan nedît, xwedîyê malê Harun Karataş binçav kirin.

LI AMEDÊ POLÎS DEMA KU KESÊ KU LÊ DIGERÎYA NEDÎT, XWEDÎYÊ MALÊ BINÇAV KIR

Polîsan, dema li Navçeya Rezanê bi ser malekê de girt û kesê ku lê digeriyan nedît, xwedîyê malê Harun Karataş binçav kirin. Polîsan, danê sibehê avêtin ser mala Harûn Karataş ê  ku li Taxa 5 Nîsan a Navçeya Rezan a Amedê dijî. Ji ber ku polîsan kesê ku lê digerîyan nedît, xwedîyê malê Karataş binçav kirin. Endamên malbatê, ragihandin ku polîsan ji wan re gotine; "Li mala we kesek heye ku hûn vedişêrin." Malbatê, dîyarkir ku her 3 pirtûkên di malê de hatine dîtin, hatine bidestxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.