NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PEVÇÛNA XWAZGÎNÎYÊ: 13 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê du malbat ji ber xwazginîya keçikê bi çekan pevçinîn û di pevçûnê de gelek kes birîndar bûn.

LI AMEDÊ PEVÇÛNA XWAZGÎNÎYÊ: 13 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê du malbat ji ber xwazginîya keçikê bi çekan pevçinîn û di pevçûnê de gelek kes birîndar bûn.

Bûyer duh êvarê li taxa Molla Alî ya Jorîn a li navçeya Baglarê pêk hat. Li gor îdîayan di navbera du malbatan de ji ber xwazginîya keçikekê nîqaş dest pê kir û nîqaş demek kurt de mezin bû û di navbera malbatan de bi çekan pevçûn derket. Di pevçûnê de 3 ji wan giran 13 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin 3 kesên ku bi awayekî giran birîndar bûn rewşa tendirustîya wan cidî ye. Her wiha hat destnîşankirin ku kesên ku tevlî pevçûnê bûne hatin binçavkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsin didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.