NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ MALBETEK JI GAZA SOBÊ JEHRÎ BÛN! KESEK MIRÎYA

Hat tesbîtkirin ku malbata ku bi gilîya jehrîbûna xwarinê sewqê nexweşxaneya Amedê hat kirin ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobê derketîye jehrî bûne.

Li gundê Kervanpinarê ya Navçeya Sûrê ya Amedê danê sibê Îzzetîn Çîftçî, hevjîna wî Remziye Çîftçî (67), nevîyên wan Ezgî (4) û Elîf Çîftçî (3) ji ber xwarina konserveya ku ew çêkirine bi gilîya jehrîbûnê sewqê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin kirin. Îzzetîn Çîftçî tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da.

Remziye Çîftçî jî entube kirine û tedawîya zarokan li Nexweşxaneya Zarokan a Zanîngeha Dîcleyê dewam dike. Di lêkolînan de hat tesbîtkirin ku ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derketiye malbat jehrî bûne. Cenazeyê Îzzetîn Çîftçî ji Sazîya Tiba Edlî hat wergirtin û li Goristana Asrî ya Yenîkoyê hat definkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.