NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KESEK LI MALA XWE HAT KUŞTIN! KESEK HAT GIRTIN

Li Navçeya Sûrê ya Amedê, kesekî ku di mala xwe de bi kêrê birîndar bû, jîyana xwe ji dest da, kesek jî hat girtin.

LI AMEDÊ KESEK LI MALA XWE HAT KUŞTIN! KESEK HAT GIRTIN

Li Navçeya Sûrê ya Amedê, kesekî ku di mala xwe de bi kêrê birîndar bû, jîyana xwe ji dest da, kesek jî hat girtin. Di derbarê mijarê de ji alîyê Walîtîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Li gor daxuyanîyê; Hat dîyarkirin ku M.A. yê 47 salî, li Taxa Sapancayê di mala xwe de bi kêrê hat kuştin. Di lêkolîna ku li cihê bûyerê ji alîyê ekîbên cendirme û tenduristîyê ve hat kirin de, hat tesbîtkirin ku M.A. di encama derbên amûrên birîn û qûtkirinê de jîyana xwe ji dest daye. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de, ji 5 gumanbarên ku bi M.A. re di heman malê de dijîyan û hatin binçavkirin, kesek jê ji alîyê meqamên edlî ve hat girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.