AMED

LI AMEDÊ KARKEREK KU DÎWAR DI SER DE KET, REHMET KIR

Karkerê ku li navçeya Sûrê li qada ku xebatên restorasyonê dihatin kirin bêhna xwe didan ji ber ku dîwar di ser de ket, jîyana xwe ji dest da.

LI AMEDÊ KARKEREK KU DÎWAR DI SER DE KET, REHMET KIR

Karkerê ku li navçeya Sûrê li qada ku xebatên restorasyonê dihatin kirin bêhna xwe didan ji ber ku dîwar di ser de ket, jîyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li ser kolana Koprûlû ya Taxa Savaş a navçeya Sûrê ya Amedê dema ku Abdulkadîr Komûr (53) li înşaeta ku xebatên restorasyonê dihatin kirin de bêhna xwe dida, dîwar di ser de hilweşîya.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Abdulkadîr Komur ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî, tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.