NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KARKERÊN TENDURISTÎYÊ PROTESTO KIRIN!

Xebatkarên tenduristîyê yên li Amedê, piştê ku Bijîşk Ekrem Karakaya hat qetilkirin, li ber Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê çalakîyek lidarxist.

LI AMEDÊ KARKERÊN TENDURISTÎYÊ PROTESTO KIRIN!

Xebatkarên tenduristîyê yên li Amedê, piştê ku Bijîşk Ekrem Karakaya hat qetilkirin, li ber Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê çalakîyek lidarxist.

Piştê Bijîşk Karakaya dema li ser karê xwe di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, xebatkarên tenduristîyê di 7-8'ê Tîrmehê de, li seranserê Tirkîyeyê biryara rawestandina kar dan û li ber Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê dest bi çalakîyê kirin. Seroka Odeya Tabîban a Amedê (DTO) Elîf Turan, li ser navê xebatkarên tenduristîyê û sendîkayên ku hatin cem hev daxuyanîya hevpar xwend û wiha got; “Bijîşk Ekrem Karakaya ku ji alîyê xizmên nexweşekî ve di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, em di nava xemgînî û hêrseke kûr de ne. Berpirsan ji bilî şermezarkirina vê rewşê, ti gav neavêtin. Wezaret her wiha dizane ku şermezarkirin bê feyde ye û dîyardeya şîdetê ya di tenduristiyê de, ji destan derdikeve. Daneyên 'Koda Spî' ku îstatîstîkên şîdeta di tenduristiyê tê de cîh digire, tevî hemû daxwaza me bi raya giştî re nayê parvekirin. Em ji malbata Bijîşk Ekrem Karakaya û hemû xebatkarên tenduristîyê re sersaxîyê dixwazin. Em careke din dibêjin ku em ê bi têkoşîna xwe, ji kesên ku bi gotin û polîtîkayên xwe teşwîqê şîdetê dikin, hesabê vêya bipirsin.”

Piştê daxuyanîyê xebatkarên tenduristîyê çalakîya rûniştinê pêk anîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.