NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KARKERÊN FIRNE Û NANPÊJÎYÊ GREV LI DARXISTIN

Karkerên nanpêjîyê yên li firneyên li Amedê dixebitin, ji bo kêmkirina mûçe û mafên civakî grev li dar xistin.

LI AMEDÊ KARKERÊN FIRNE Û NANPÊJÎYÊ GREV LI DARXISTIN

Karkerên nanpêjîyê yên li firneyên li Amedê dixebitin, ji bo kêmkirina mûçe û mafên civakî grev li dar xistin.

Karkerên  ku li Qada Dagkapîyê hatin cem hev daxwazên xwe yên ji bo zêdekirina mûçe, sîgorte û betlaneyên dawîya hefteyê anîn ziman. Li ser navê karkerên firne û nanpêjan yên li Amedê dest ji kar berdane Nîhat Guneş, daxuyanî xwend. Guneş, wiha got, “Miletekî xwe pêlêkirina nan diparêzin wê helbet ji heq û mafê nanpêjan re jî çavên xwe negrin. Em 14 saetan bi tempoyek lez û bez dixebitin. Destheqê ku em distînin ne berdêla ked û xwîdana me ye. Di vî warî de em weke xebatkar gazinên xwe ji rayedarên xwedî erk re radigihînin. Li vir em radigihînin ku me dev ji karê xwe berdaye. Em daxwaz û hêvî dikin ku hesasîyeta pêwîst bê nîşandan û şert û mercên me yên xebatê bên başkirin." Guneş, anî ziman ku heta mafên xwe bi dest nexin dê çalakîya xwe bidomînin û bang li Serokê Odeya Nanpêjan kir û got, "Eger lêgerîna li mafên xwe qehremantî be, lehengê herî mezin em in."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.