NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ JI HEQÊ RÊ YA NAVBAJÊR RE DAXWAZA ZEMÊ HAT KIRIN

Li Amedê ji bo seferên wesayitên çûnûhatinê yên navbajêr zem lê were kirin serî li şaredarîyê hat dayîn.

LI AMEDÊ JI HEQÊ RÊ YA NAVBAJÊR RE DAXWAZA ZEMÊ HAT KIRIN

Li Amedê ji bo seferên wesayitên çûnûhatinê yên navbajêr zem lê were kirin serî li şaredarîyê hat dayîn.

Piştê zêdekirina neftê û gelek amûr û malzemeyan, Odeya Ajokaran a Amedê ji Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarê Amedê zem taleb kir.

Ger şaredarî daxwaza zêdekirinê bipejirîne wê heqê rêya mînîbusan bibe 10 lîre û yên xwendekaran jî wê bibe 6 lîre. Texsîyên ticarî jî, ji bo mesafeya nêzîk wê 40 lîre bixwaz e.

Zêdekirina serê kîlometreyê, wê ji 7 lîre derkeve 10 lîre. Herî dawî di 21'ê Hezîrana 2022'an de li Amedê di veguheztina giştî ya bajaran de zêdebûn çêbûbû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.