NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI SAZÎYÊN TENDURISTÎYÊ DE TUNDÎ HAT PROTESTOKIRIN

Odeya Tabîban a Amedê (DTO) di derbarê Bijîşk Alî Firat ê ku li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, duh rastê êrîşa 2 xizmên nexweşan hat û bi çekê hat tehdîdkirin de, daxuyanîya çapemenîyê da.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran, di daxuyanîyê de axivî û dîyarkir ku li tu sazîyeke giştî bi çekan neketine hundir, lê bi her cure amûrên xisarkirinê, dikarin bikevin nexweşxaneyan. Tûran wiha got; “Pêdivî ye ku qadên xebatê yên bi ewle werin afirandin. Em ji hemû rêveberan re bi bîr tînin ku ji bo xebatkarên tenduristîyê ji afirandina hawîrdorên bi ewle ên xebatê, berpirsyar in.” Tûran, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di encama polîtîkayên hikûmetê yên di warê tenduristîyê de, xebatkarên tenduristîyê çareserî di îstifa yan jî teqawidbûnê de dîtine û hewldana parastina sîstema tenduristîyê bi heman awayî bû sedema zêdebûna tundîyê di tenduristîyê de.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.