NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BALAFIRA TAYBET JI PÎSTÊ DERKET

Balafira taybet a ku dixwest dakeve li Balafirgeha Amedê, ji pîstê derket.

LI AMEDÊ BALAFIRA TAYBET JI PÎSTÊ DERKET

Balafira taybet a ku ji Balafirgeha Enqereyê dihat Amedê dema dadiket ji pîstê derket û kaşbû.

 

Ekîbên balafirgehê bi kefa vemirandina agir midaxele kirin. Hat dîyarbakirin ku balafira taybet zirar dîtîye lê derbarê kî di hundirê balafirê de ye agahî nehat dayîn.

 

Hat îdîakirin ku qeza ji ber mija ku danê sibê li Amedê bi bandor bûye pêk hatîye.

 

Kesên di balafira taybet de ji bo tedbîrê hatin rakirin nexweşxanê û pîst jî ji hatûçûnê re hat girtin.

 

Seferên hatin û çûnê yên îro yên Amedê, ber bi Êlih û Elezîzê ve hatin kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.