NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 7 JÊ BI XISARA GIRAN 17 AVAHÎYÊN TENDURISTÎYÊ BI XISAR E

Hat dîyarkirin ku li Amed û navçeyên wê 17 tesîsên tenduristîyê ji ber erdhêjê zirar dîtine û pêwîstî bi xebatên xurtkirinê heye.

LI AMEDÊ 7 JÊ BI XISARA GIRAN 17 AVAHÎYÊN TENDURISTÎYÊ BI XISAR E

 

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan dîyar kir ku divê li sazîyên tenduristiyê yên ji erdhêjê bandor bûne tedbîrên pêwîst bên girtin.

Elîf Turan ji Rojnameya Tîgrîs Saît Bayram re axivî û wiha got, “Li Amedê bi taybetî li navend û hin navçeyan, 7 avahîyên ku xizmetên tenduristîyê didin, ji ber ku xisareke mezin dîtine, tê pêşbinîkirin ku wê bên hilweşandin.

3 avahîyên Midûrîyeta Tenduristîyê ya Navçeyê û 1 tesîsên tenduristîyê hewceyê bi xurtkirinê ne, 6 tesîs jî hewceyî nûkirinê ne. Pêwîste van xebatan bêyî ku roj bi ser bikeve di zûtirîn dem de bên kirin.

Turan dîyar kir ku li nexweşxaneyên dewletê, taybet û zanîngehê (sazîyên tenduristîyê yên asta 2 û 3) ti bandoreke erdhêjê çênebû ku xizmetên tenduristîyê asteng bikin, li Amedê 11 xebatkarên tenduristîyê ku di nav wan da 2 bijîjk û ​​xwendekarek pola 5emîn a tenduristîyê jî hene, jîyana xwe ji dest dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.