NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 16 ENDAMÊN GUNTÎAD’Ê ÎSTIFA KIRIN

Serokê berê yê GUNTÎADê Dalkiran û 15 endamên din, bi hinceta ku komele li wan xwedî derneketîye îstifa kirin.

LI AMEDÊ 16 ENDAMÊN GUNTÎAD’Ê ÎSTIFA KIRIN

16 endamên Herêma Pîşesazîya Organîze ya Pispor a Tekstîlê ya Amedê ji endamtîya Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tekstîl a Başûrê Rojhilatê (GUNTÎAD) îstifa kirin.

 

Serokê berê yê GUNTÎADê Mehmet Dalkiran dîyar kir ku ew ji GUNTÎADê îstifa kirîye.

 

Dalkiran derbarê îstifakirina xwe de ji Amîda Haberê re axivî û wiha got, “Roja Înê nûçeyek li ser kargeheke ku li herêma tekstîlê dixebitî hat kirin. Di nûçeyên ku ji ber xebatên sendîkayê hatin çêkirin de wêneyê kargeha min hat bikaranîn. Dema pirsgirêkên wiha derketin em li bendê bûn ku GUNTÎAD a ku em endamê wê ne daxuyanîyekê bide. Lê Daxuyanî nedan. Tiştê ku me di dema bêkarîya herî zêde de li pîya dihêle pejirandinên me yên navneteweyî ne. Ger di van de pirsgirêk hebe wê berdêl li ser me hemûyan derkeve holê. Komeleyê bi tu awayê endamên xwe neparast. Niha ji bilî min nêzê 15 endaman îstifa kirine.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.