NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AGIRÎYÊ MAŞÎNEYA KAR KET KORTALÊ! 2 MIRÎ, 2 WINDA

Maşîna kar a ku dixwest rê veke ji ber berfê li Agirîyê ket kortalê.

LI AGIRÎYÊ MAŞÎNEYA KAR KET KORTALÊ! 2 MIRÎ, 2 WINDA

Maşîna kar a ku dixwest rê veke ji ber berfê li Agirîyê ket kortalê.

Pezê ku gundîyên mezra Sivrîce ya gundê Yukari Dûzmeydan a navçeya Avkevir a Agirîyê duh ji bo avdanê derxistin, di bahoz û bagerê de winda bûn.

Li ser daxwaza alîkarîyê, maşîneyeke kar a girêdayê Rêveberîya Taybet a Bajar hate şandin. Maşîneya kar li ser rêya gund tevê 4 kesê di navê de ji ber berf û bagereke zêde ket kortalê.

Ekîbên di encama xebatên lêgerîn û xilaskirinê de gihîştin maşîneya kar û operatorê maşîneya kar Necatî Şen ku bi giranî birîndar bûbû, tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da. Ji welatîyên ku di maşîneya kar de bû cenazeyê Mustafa Taşdemîr hat dîtin. Xebatên lêgerîn û xilaskirina welatîyên din ên winda dewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.