NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 13 GUND Û MEZRAYÊN FARQÎNÊ 3 ROJ IN CEYRAN HATÎYE BIRÎN

Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatîye qutkirin û xelkê van gundan bêceyran mane.

LI 13 GUND Û MEZRAYÊN FARQÎNÊ 3 ROJ IN CEYRAN HATÎYE BIRÎN

Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatîye qutkirin û xelkê van gundan bêceyran mane.

Li gund û mezrayên bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve 3 roj in Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyran ji ser malên wan birîye.

Ji ber ceyran hatîye qutkirin xelkê gundan nikarin pêdivîyên xwe yên rojane pêk bîne.  Parlamentera Partîya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya serdana gundan kir.

Kaya di serdana gundan de axivî û anî ziman ku ji bo çareserîyê ew li benda bersiva rayedaran in û ew ê heta dawîyê meseleya qutkirina ceyrana gundan bişopînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.