NÛÇEYÊN KURDÎ

KSK AMED: KHK’YÎ WÊ HERIN EM Ê BIMÎNIN

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) çalakîya xwe ya heftane ya bi daxwaza rakirina xala demkî ya 35’an a ku bi Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) rê li ber ji karderxistina xebatkarên cemawerîyê vekir, berdewam dike.

Di çalakîya ku li Parka Hazal a navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin de pankarta, "KHKyî wê biçim, em ê bimînin" hat vekirin û gelek kedkarên cemawerîyê beşdar bûn.

Endamê Lijneya Rêveberîya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Şaredarî û Rêveberîya Herêmî (Tum Bel-Sen) Ûmît Ay ku metna çapemenîyê xwend, dîyar kir ku ew ê weke endamên Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de teslîmî pêkanînên derhiqûqî nebin.

Ay dîyar kir ku ew ê li hemberê pêkanînên ne demokratîk hesabên xwe li ber hiqûqê bidin û wiha got, “Em li kolanan û qadan bi hêza ku ji têkoşîna xwe ya rast û rewa digirin, li ber xwe didin û Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya sendîkaya sosyalîst a demokratîk bernedin. Ji bo em pêşerojeke bi rûmet ji zarokên xwe re bihêlin, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ti hêz, nikare pêşîya vê têkoşînê bigire."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.