NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎKRAMÎYEYA TEQAWÎDÊN DIXEBITIN RE ÎRO TÊ DAYÎN

Wê îro 5 hezar lîre dayîna destekê ji bo kesên teqawîdên ku dixebitin re li hesabên wan ên bankayê bê razandin.

ÎKRAMÎYEYA TEQAWÎDÊN DIXEBITIN RE ÎRO TÊ DAYÎN

 

Di Lîjneya Giştî ya Meclîsê da rêziknameya ku 5 hezar lîre desteka ji bo teqawîdên dixebitin re tê dayîn hat qebûlkirin.

Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û dîyar kir ku îkramîye wê di 29ê Berfanbarê roja Înê de li hesabên bankayan bên razandin.

Hemû teqawîdên dixebitin ên ku berê ji bandora îkramîyeyê hatibûn dûrxistin, wê karibin ji piştgirîyê sûd werbigirin. Piştgirî wê yek car were dayîn. Hat dîyarkirin ku mîktara piştgirîyê bi giştî wê 23 milyar lîre be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.