NÛÇEYÊN KURDÎ

KONSERTA MÊRSÎNÊ YA MEM ARARAT HAT QEDEXEKIRIN

Konserta Mêrsînê ya Mem Ararat ji alîyê Walîtîya Mêrsînê ve hat qedexekirin.

KONSERTA MÊRSÎNÊ YA MEM ARARAT HAT QEDEXEKIRIN

Konserta Mêrsînê ya Mem Ararat ji alîyê Walîtîya Mêrsînê ve hat qedexekirin.

Hat dîyarkirin ku konserta ku dê li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Yenîşehîrê hatiba li dar xistin çend saetên berî saeta konsertê  hat betalkirin. Ararat li ser hesaba medyaya civakî qedexeya konsertê belav kir û wiha got: Wek ku tê zanîn di 27’ê îlonê de li Mêrsînê wê konserta me hatiba li dar xistin. Digel ku hemû amadehîyên konsertê temam bûbûn, bilêtên konsertê hemû xelas bûbûn û rezervasyona otêl û balafirên muzîkjenan hatibû kirin û ji bo konsertê ketibûn rê, ji alîyê emnîyetê ve hat ragihandin ku konserta me ji alîyê walîtîyê ve hatîye qedexekirin. Îro belgeya fermî ya ku lê biryara walîtîyê heye gihaşt ber destê me. Mixabin konserta me ji alîyê Walîtîya Mêrsînê ve hat qedexekirin.  Ji raya giştî re..”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.