NÛÇEYÊN KURDÎ

KONSERTA HUNERMENDÊ KURD MEM ARARAT JÎ HAT BETAL KIRIN

Konserta hunermendê Kurd Mem Ararat a li Bursayê, bi hinceta "ewlehîya gel" ji alîyê Walîtîya Bursayê ve hat betalkirin.

KONSERTA HUNERMENDÊ KURD MEM ARARAT JÎ HAT BETAL KIRIN

Konserta hunermendê Kurd Mem Ararat a li Bursayê, bi hinceta "ewlehîya gel" ji alîyê Walîtîya Bursayê ve hat betalkirin.

Zîz Muzîk, di derbarê biryara betalkirinê konserta Mem Ararat ya 29’ê Gulanê de daxuyanî da. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin; “Astengîyên li hemberê muzîk û hunerê berdewam dikin. Konserta Mem Ararat a ku em ê di 29’ê Gulanê de li Bûrsayê li dar bixin, 3 roj berîya konsertê ji alîyê Walîtîya Bursayê ve bi hinceta ‘ewlehîya gel’ hat betalkirin.” Parlamenterê CHP’ê yê Bursayê Orhan Saribal, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanê qedexeya Walîtîyê da. Saribal wiha got; “Duh li Kocaelîyê konserta Aynur Dogan, îro li Ispartayê konserta Melek Mosso û li Bursayê konserta Mem Ararat, ji ber sedemên pûç hatin betalkirin. Wekê ku helbestvanê mezin Nazim Hikmet gotîye, ew ji hêvîyê ditirsin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.