NÛÇEYÊN KURDÎ

KOMELEYA OY VE OTESÎ WÊ BI 100 HEZAR ENDAMÊN XWE RE LI SER SINDOQAN BIN

Komeleya Oy Ve Otesî ragihand ku ew armanc dikin ku di 14'ê Gulanê de bi 100 hezar dildarên xwe re li ser sindoqan bin.

KOMELEYA OY VE OTESÎ WÊ BI 100 HEZAR ENDAMÊN XWE RE LI SER SINDOQAN BIN

Komeleya Oy Ve Otesî ragihand ku ew armanc dikin ku di 14'ê Gulanê de bi 100 hezar dildarên xwe re li ser sindoqan bin.

Cîgira Serokê Komaleya Oy Ve Otesi Hande Tûran, dîyar kir ku ew ê li 11 bajarên herêma erdhêjê lêkolîneke taybet bikin û derbarê amadekarî û xebatên hilbijartinê de nirxandinan kir.

Turan da zanîn ku di vê hilbijartinê de armanca wan ew e ku bi 100 hezar dildarên xwe re li ser sindoqan bin û wiha got, "Em ê roja hilbijartinê li qadan bin, niha li hemû bajarên Tirkîyeyê dildarên me hene. Di dawîya hilbijartinê de em ê zabitnameyan werbigrin û bi sepana xwe bişînin navenda xwe. Em ê bi daneyên YSK'ê re bidin berhev û cudahîyên herî biçûk jî ji partîyên sîyasî re ragihînin. Ew ê jî pêvajoya îtirazê bidin destpêkirin."

Turan got ku dildarên Oy ve Ötesi dixwazin li navçeyên 81 bajaran li ser sindoqan bin û got, "Em hewl didin ku parêzer li qadan bêhtir bi bandor û bi hêz bin.” Turan her wiha dîyar kir ku wê roja hilbijartinê bi navendeke wan a telefonê û bi parêzerên pispor û muşahîdên ji 40-45 kesan pêktên, wê bersiva her cure pirs û pirsgirêkan bidin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.