NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ: ŞEVA HILBIJARTINÊ DERNEKEVIN DERVE!

Serokê Giştî yê CHPê û Namzedê Serokkomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû, derbarê 14ê Gulanê şeva hilbijartinê de got, “Divê tu kes ji bo pîrozbahîyan dernekeve derve.

” Namzedê Serokkomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû, di bernameya ku beşdar bû de, derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de axivî. Kiliçdaroglûyê ku dîyar kir daxwaza guhertinê ji kûr ve tê û ew ê krîza aborî ya li Tirkîyeyê çareser bike wiha got, “Ew jî dizanin wê îktîdarê wenda bikin.

Bi îftîra û reş kirinê zen dikin ku wê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Hilbijartin wê di tûra ewil de bi encam bibe.” Di berdewama axavtina xwe de jî Kiliçdaroglû, bangezawî li gel kir ku divê şeva hilbijartinê dernekevin derve û wiha got, “Ger em bi serbikevin jî divê kes ji bo pîrozbahîyan dernekeve derve û li mala xwe rawestin. Roja din wê reqem qethî bibe û YSK jî wê ji mecbûrî mazbatayê bide.

Dibe ku hin kes provokasyonê derxin û kesên çekdar derkevin kuçe û kolanan. Pêwîste em rê nedin wan û jê re zemînê çênekin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.