NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK: TEVÎ BIRYARÊN BERAETÊ ENDAMÊN ME TÊN ÎXRAÇKIRIN

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) ya Amedê, li dijî bikaranîna xala demkî ya 35'an a li Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) hat zêdekirin, li Parka Hazalê daxuyanî da.

Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Veguhastinê ya Yekbûyî (BTS) ya Amedê ya girêdayî KESK'ê Suleyman Bozkurt, daxuyanîyê da. Bozkurt wiha got; “Wan dev ji têkoşîna ked û demokrasîyê berda. Tenê xwe dihesibînin.” Bozkurt, dîyarkir ku li ser xebatkarê yê bi navê Husamettîn Karaçelîk ê endamê KESK'ê yê Mûşê ye, di çarçoveya xala 35'emîn a demkî de, lêpirsîn hatiye vekirin. Bozkurt di berdewama daxuyanîyê de wiha got; “Tevî ku ji bo endamên me biryara beraetê hat dayîn jî, bi xala 35’an tê xwestin ku endamên me bên îxrackirin. Pêvajoyên neqanûnî ku hatin jiyîn, bawerîya li welat tine kir û bû sedem ku krîz kûrtir bibe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.