NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK: KESÊN KU BI DERQANÛNÎ JI PEYWIRA XWE HATIN AVÊTIN BILA VEGERIN KARÊN XWE

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) Platforma Şaxên Amedê, ji bo ku xala demkî ya 35’an a li Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatîye zêdekirin bê rakirin, careke din hatin cem hev û daxuyanî dan.

Serokê Tarım Orkam-Senê ya Şaxa Amedê Nasir Demîrkiran, destnîşan kir ku, dewlet bi qanûnên Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de armanc dike ku kedkarên cemawerîyê bêrêxistin bike û civak jî bêrêxistin bibe. Demîrkiran dîyarkir ku hikûmet bêewlehîyê didomîne û wiha berdewam kir; “Em careke din bang li hikûmetê dikin ku dawî li Komîsyona Rewşa Awarte û madeya 35’an a demkî bîne û hevalên me yên ku bi awayek nehiqûqî ji kar hatine dûrxistin, bi lêzgînî vegerîne kar û dawî li hemû pêkanînên ne demokratîk ên li welat bîne. Em endamên KESK’ê dîyar dikin ku dîroka me ya berxwedan û têkoşînê, ji dîroka desthilatdarîyê gelekî kevntir e. Berdêla vê têkoşîna dîrokî ya ked û demokrasîyê çi dibe bila bibe, em ê heta dawîyê bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.