NÛÇEYÊN KURDÎ

KESÊN DI ŞERÊ LI BISMILÊ DE HATIBÛN KUŞTIN HATIN DEFIN KIRIN

Li gundê Şîdada navçeya Bismilê ya Amedê 10 kesên ku di şerê navbera Alyamaç û malbata Taş de ji ber li hev nekirina erd û zevîyan derket de jîyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

KESÊN DI ŞERÊ LI BISMILÊ DE HATIBÛN KUŞTIN HATIN DEFIN KIRIN

Li gundê Şîdada navçeya Bismilê ya Amedê 10 kesên ku di şerê navbera Alyamaç û malbata Taş de ji ber li hev nekirina erd û zevîyan derket de jîyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

Cenazeyên kesên jîyana xwe ji dest dan ji bo karên berîya otopsîyê ewil anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û piştre anîn Sazîya Tiba Edlî ya Amedê. Bi temambûna karên otopsîyê re cenazeyên Serhat, Halîl, Orhan û Mehmet Can Taş ên ji heman malbatê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û wecîbeyên olî bi cih anîn.

Piştre cenaze ji bo definkirinê anîn Taxa Şîdada û defin kirin. Cenazeyên Emîn û Selîm Alyamaç ên birayê hevin, kurên Selîm Alyamaç ên bi navên Muhammed Alyamaç, Omer Alyamaç û birazîyê wî Yûnûs Alyamaç ku li gundê Hisêynayê jîyana xwe ji dest dabûn jî piştê karûbarên otopsîyê li Goristana Yenîkoyê hatin şûştin.

Cenaze, piştê wecîbeyên olî di demjimêrên derengîya şevê de li gundê Hisêynayê hatin definkirin. Parlamenterên Partîya Çepên Kesk ên Amedê, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevşaredarên Bismilê yên li şûna wan qeyûm hatîye tayînkirin û gelek kesên din jî, tev li merasîmên definkirina cenazeyan ên her du malbatan bûn.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.