NÛÇEYÊN KURDÎ

KARSAZ AZÎZ ELALDI BÛ SEROKÊ NÛ YÊ QULÛBA AMEDSPORÊ

Amedsporê kongreya xwe li dar xist. Kongreya Li Tesîsên Şehmûs Ozer hat lidarxistin.

KARSAZ AZÎZ ELALDI BÛ SEROKÊ NÛ YÊ QULÛBA AMEDSPORÊ

Amedsporê kongreya xwe li dar xist. Kongreya Li Tesîsên Şehmûs Ozer hat lidarxistin.

Rêxistinên civaka sivîl û serokê Amedsporê yê berê Selahattîn Yildirim tevlî kongreyê bûn.

Karsaz Azîz Elaldi bû serokê Qulûba Amedsporê. Kongreya ku bi serokatiya yek ji Serokên berê Metîn Kilav hat lidarxistin da butçeya malî hat xwendin û butçe hat qebûlkirin.

Sere berê Selahattîn Yildirim di axaftina xwe de spasiya hemû STKyan, bi taybetî DTSO, xebatkarên çapemeniyê û temaşevanan kir.

Yildirim diyar kir ku ew ê piştgiriya rêveberiya nû ya hilbijartî bidomînin û ew ê her tim bi wan re bin.

Serokê nû yê Amedsporê Azîz Elaldi di kongreyê de axivî û got: "Daxwazek min ji alîgirên Amedsporê heye. Em trîbunên xwe dagirin.

Em li her derî yek bin. Înşeleh em ê di dawiya serdemê de bi ser bikevin." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.