NÛÇEYÊN KURDÎ

KARKERÊN OZAK TEKSTÎL JI MECLÎSÊ BANG KIR: DENGÊ ME BIBIHÎZIN

Xebatkarên Ozak Tekstil ên li Rihayê ji ber ku ji Sendîkaya Oz Îplîk Îşê ya girêdayê Hak Îşê îstifa kirin û bûn endamên BÎRTEK SEN'ê rastê zext û zordarîyê hatin û hevalek wan jî kar hat avêtin û dest bi berxwedanê kirin, di roja 45'emîn a çalakîya xwe de li Meclîsê axivîn.

KARKERÊN OZAK TEKSTÎL JI MECLÎSÊ BANG KIR: DENGÊ ME BIBIHÎZIN

 

Parlamentera Partîya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca kursîya daxuyanîyê ya Meclîsê ji karkerên Ozak Tekstil re pêşkeş kir.

Karkeran dîyar kirin ku hewl didin dengê xwe li gelek deveran bidin bihîstin û wiha gotin, “Em bang li hikûmet û Wezareta Karên Hundir dikin: Êdî bes e, dengê me bibihîzin.

Em nikarin ji mafên xwe yên sendîkayî yên li hundir sûd werbigirin, li derve jî em rastê tundîya polês û cendirmeyan tên. Em daxwaza mafên xwe dikin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.