NÛÇEYÊN KURDÎ

KAHRAMAN: DIBE YÊN BEŞDARÊ ÎHALÊ BIN TEMÎNATÊN WAN BLOKE BIN

Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê derbarê taxên ku ji alîyê Şaredarîya Yenîşehîrê ku hatîye ber firotinê, hişyarî da.

KAHRAMAN: DIBE YÊN BEŞDARÊ ÎHALÊ BIN TEMÎNATÊN WAN BLOKE BIN

Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê derbarê taxên ku ji alîyê Şaredarîya Yenîşehîrê ku hatîye ber firotinê, hişyarî da. 

Şaredarîya Yenîşehîrê ku di bin rêveberîya qeyûm de tê birêvebirin, digel bertekan heta niha ev biryara îhalê nehat rawestandin. Taxa Fabrîkayê ku herî kêm ji 340 xanî û mizgeftek lê hene û li ser 49 hezar û 879 çarmetir de ava bûye wê sibe bê ber îhaleyê.  Hevserokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Kahraman ji bo betalbûna îhalê serî li 3’yemîn Dadgeha îdarî ya Amedê da û wiha got: “Ji bo betalkirina biryara firotina taxê hewldanên me yên hiqûqî çêbûn. Kes an jî kargehên dikevin îhaleyê heta doz bi encam nebe dibê temînatên wan bloke bin. Qanûna Şaredarîyan a bi hejmara 5393’yan û Qanûna Veguherandina Avahîyên di Bin Xetereya Afetê de bi awayekî aşkere dîyar dike ku firotina vê yekê qedexe ye. Di pêvajoya îhalê de divê 5.5 milyon TL pere bê razandin û ev pere heta doz bê encamkirin wê bloke were ser. Em ji bo kesên ku wê beşdarê îhalê bibin hişyarîyê didin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.