NÛÇEYÊN KURDÎ

JINA LI ÇERMÛGÊ KET ÇEM JÎYANA XWE JIDEST DA

Jina ku tê îdîakirin li Navçeya Çermûgê ket çem jîyana xwe ji dest da.

JINA LI ÇERMÛGÊ KET ÇEM JÎYANA XWE JIDEST DA

Di bûyera ku li Taxa Aşagi Şeyhler a Navçeya Çermûg a Amedê pêk hat de hat îdîakirin ku Cemîle Altinkiliç a 57 salî ya ku çûbû daran kom bike, di encama ku hevsengîya xwe winda kir de ket nava çem.

 

Li ser agahdarkirina welatîyan, ekîbên tenduristîyê, cendirme û ekîbên Lêgerîn û xilaskirinê yên Şaredarîya Çermûgê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.

Di encama xebatên ku hatin kirin de cenazeyê Altinkiliç hat dîtin. Cenazeyê Altinkiliç ji bo otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.