NÛÇEYÊN KURDÎ

JI XEBATKARÊ ÇAPEMENÎYÊ YÊ HDP’A AMEDÊ VEDAT DAG RE 10 SAL CEZA HAT DAYÎN

Xebatkarê çapemênîyê yê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Vedat Dag, îfadeya şahidê veşartî ya bi kodnavê “Uzay”, îfadeyên Celîl Begdaş ê ku di nav de li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hat binçavkirin, parvekirinên li ser medyaya civakî û xebatên rojnamegeriyê danişîna doza ku bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ye" û "propagandaya rêxistina terorê kiriye" dihat darizandin hat dîtin.

JI XEBATKARÊ ÇAPEMENÎYÊ YÊ HDP’A AMEDÊ VEDAT DAG RE 10 SAL CEZA HAT DAYÎN

Xebatkarê çapemênîyê yê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Vedat Dag, îfadeya şahidê veşartî ya bi kodnavê “Uzay”, îfadeyên Celîl Begdaş ê ku di nav de li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hat binçavkirin, parvekirinên li ser medyaya civakî û xebatên rojnamegeriyê danişîna doza ku bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ye" û "propagandaya rêxistina terorê kiriye" dihat darizandin hat dîtin. Dag, beşdarî rûniştina biryarê ya li 11. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê nebû, parêzera wî, Gulan Cagin Kalelî amade bû. Heyeta dadgehê bi îdiaya "Endamê rêxistina terorê ye" 6 sal û 3 meh, ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî, ji ber sûcê "Gef li Celîl Begdaş" 2 sal û 6 meh ceza birî. Yek ji kesên li ber HDP'ê hatin binçavkirin. Dadgehê biryara berdewamkirina tedbîra kontrola edlî ya di derbarê Dag de da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.