NÛÇEYÊN KURDÎ

JI ŞAREDARÎYA AMEDÊ BERNAMEYA "JI HEZKIRINÊ RE ASTENGÎ TUNE YE"

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo "3ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê" bi sernavê "Ji hezkirinê re astengî tune ye" bername li dar xist.

JI ŞAREDARÎYA AMEDÊ BERNAMEYA

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo "3ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê" bi sernavê "Ji hezkirinê re astengî tune ye" bername li dar xist.

Walî û qayûmê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Îhsan Sû di bernameyê de axivî û dîyar kir ku ger derfet bên dayîn wê astengdar gelek serkeftî bin. Walî Su beyan kir ku ji bo astengdaran xebatên xwe yên peydekirina derfetan didomînin û wiha got, “Em xebatên xwe yên ji bo pêhesandin û jêhayîbûna kesên astengdar didomînin. Em hemû di xizmeta xuşk û birayên xwe yên astengdar de ne.” Ji Komeleya Kesên Kor a (Altı Nokta Körler Derneği) Şaxa Amedê Kadîr Tek, dîyar kir ku ew ji bo peyama ku di nava civakê de ne tenê rojekê, tevahîya salê de her roj di nava civkê de ne, bidin li vê derê civîyan e. Di bernameyê de ji alîyê ekîba folklorê ya astengdaran, pêşandanek hate pêşkêşkirin û konserek muzîkê hate lidarxistin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.