GÜNDEM

JI SÎTEYA DÎYAR GALERÎAYÊ 13 PISÎK ÊN SAX HATIN DERXISTIN

13 pisîkên ku di sîteya Dîyar Galerîayê de asê mabûn hatin rizgar kirin. Li Amedê hilweşîna Navenda Kar ya Dîyar Galeria û sîteya jorê wê ya ku ji ber erdhejên navenda Mereşê zirareke mezin dîtibû, piştî ku pisîkek li hundir hat dîtin, hatibû rawestandin.

Di lêkolînan de 13 pisîk hatin rizgarkirin û ji alîyê beytarên girêdayî Midûrîyeta Karên Tenduristîyê ve hatin derman kirin û pisîk radestî xwedîyên wan hatin kirin. Şaredarîya Bajarê Amedê, dîyar kir ku li gor hevdîtinên bi şênîyan re û di encama xebatên lêgerîn û xilaskirinê de,  pisîk di bin kavilan de nemaye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.