NÛÇEYÊN KURDÎ

JI MALBATA ŞENYASAR ŞAHIDÊN LI NEXWEŞXANÊ RE: BIPEYÎVIN

Malbata Şenyaşar ku li ber Edlîyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin, bang li xebatkarên nexweşxaneyê kirin ku biaxivin.

JI MALBATA ŞENYASAR ŞAHIDÊN LI NEXWEŞXANÊ RE: BIPEYÎVIN

Malbata Şenyaşar ku li ber Edlîyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin, bang li xebatkarên nexweşxaneyê kirin ku biaxivin. Nobeda Edaletê ya ku ji alîyê Malbata Şenyaşar ve, di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edlîyeya Rihayê hatibû destpêkirin, di roja 427'an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyekê parvekir. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin; “Banga me di serî de ji bo xebatkarên tenduristîyê yên ku bûne şahidê komkujîya malbata me û ji bo hemû kesan re ye. Sibê ji zarokên xwe re rûyekî tarî nehêlin. Eger şahid biaxivin, wê pêvajo leztir bibe û zilm bi dawî bibe...”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.