NÛÇEYÊN KURDÎ

JI MALBATA ŞENYAŞARÊ LI BER DADGEHÊ BENGEWAZÎYEK JI BO SIFREYA EDALETÊ

Nobedarîyê malbata Şenyaşarê ev 394 roj in berdewam dike. Malbat ji herkesî gazî sifreya edaletê dike.

JI MALBATA ŞENYAŞARÊ LI BER DADGEHÊ BENGEWAZÎYEK JI BO SIFREYA EDALETÊ

Nobedarîyê malbata Şenyaşarê ev 394 roj in berdewam dike. Malbat ji herkesî gazî sifreya edaletê dike.

Emîne Şenyaşar wiha got; “Mala min wêran kirin, ez nikarim li malê rûnim, mecbur im werim li vira. Herkes li cem zarokên xwe ye, çima ewqas gunehê me dikin stûyê xwe? Li axretê çawa dikarin hîsabê vê bidin? Bila kurê min berdin, ez jî biçim mala xwe. Edalet tune ye. Ez bi rojî me û nexweş im. Ger bimirim jî bila li ber vê dadgehê bimirim. Êdî nikarim tiştên ku hatin sere me barê vê hilgirim. Êdi bes e.” Malbata Şenyaşar ji hesabê xwe yê medyaya civakî parvekir u got; “Kesên ku bi rêya darazîyê zilmê li me dikin, bi malbata xwe re fitarê dikin. Em roja pêncemîn ya meha ramazanê de fitara xwe li ber dadgehê dikin. Kesên ku derfeta wan hebin em gazî wan ê sifreya edaletê dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.