NÛÇEYÊN KURDÎ

JI DERMANSAZÊ KU REÇETEYÊN SEXTE BIRRÎYA RE CEZA TÊ XWESTIN

Derbarê dermansazê ku li Bismilê reçeteyên sexte derman dinivîsî de bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

JI DERMANSAZÊ KU REÇETEYÊN SEXTE BIRRÎYA RE CEZA TÊ XWESTIN

 

Derbarê dermansazê ku li Bismilê reçeteyên sexte derman dinivîsî de bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

 

Sazîya Ewlehîya Civakî (SGK), li ser gilîyên welatîyan ên derbarê dermanxaneya Ş.Û.yê ya li Navçeya Bismilê ya Amedê dixebite, lêkolîn kir.

 

Li gorê rapora lêkolînê ya ku ji alîyê Lîjneya Rêbertî û Teftîşê ve hatîye amadekirin; Hat tesbîtkirin ku ji 1212 reçeteyên dermanan 89 hezar û 291 lîre zirara cemawerîyê û kara neheq hatîye bidestxistin.

 

Hat ragihandin ku dermansaz Ş.Û. bêyî agahdarî û erêkirina welatîyên bi SGK ên li navçeyê dijîn bi reqemên wan ên T.C. têketîye pergalê û wek derman hatîye sandin ji dewletê re fatûre birrîya ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.