NÛÇEYÊN KURDÎ

JI DBP, DTK, TJA Û HDP'Ê DAXUYANIYA HEVPAR

Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke nivîskî mîhrîcana 'rêya çandê' ya ku di 8 û 16'ê Adarê de li navçeya Sûrê ya Amedê tê lidarxistin protesto kirin.

JI DBP, DTK, TJA Û HDP'Ê DAXUYANIYA HEVPAR

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Li hemberî vê festîvalê helwest girtin, di heman demê de berpirsyariya parastina dîrok û nirxên me yên çandî ye."

Di beyanata nivîskî de hat diyarkirin, “Şaredarî bi alîkariya qeymeqam û walîyan veguheriye qadên kedxwariyê. Mihrîcana ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve li gel qeymeqamtiya Amedê di navbera 8-16’ê Cotmehê de li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin, ji bo vê armancê ye, lê helbet sedemên wê yên cuda hene.

Girîng e ku kesên li Rojavayê Tirkiyeyê mihrîcanan qedexe dikin ji bo festîvala li Sûrê bê lidarxistin bi coş in. Li Sûra ku 6 taxên wê ji ber qedexeya derketina derve hilweşiyan, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Yên ku li Sûrê cihê bîranînê yê xwedî dîroka 5 hezar salî hilweşandin û beton rijandin, hewl didin sûcê mirovahiyê veşêrin û hafizeya me ya dîrokî û çandî tune bikin.

Banga me ji bo hemû Amedîyan, saziyên demokratîk, jinan û bi taybet ciwanan; Em bang li we dikin ku bi helwesteke zelal beşdarî vê festîvalê nebin ku xizmeta polîtîkayên tinekirina çand, dîrok û cihên bîranîna me dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.