NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO XUTBEYÊN ÎNÊ Û CEJNE LI GEL 8 ZIMANAN DÎSA KURDÎ TINE

Di xutbeyên înê û cejnê yên li ser sîstema e-Dewletê de dîsa ji zimanê Kurdî re cîh nedan. Serokê Karûbarên Dîyanetê Alî Erbaş destnîşan kir ku xutbeyên înê û cejnê bi 8 vebijarkên ziman dikarin bi rêya e-Dewletê werin bidestxistin.

Lê belê zimanê Kurdî carek din li e-Dewletê nehat zêdekirin. Li gel ku zimanên Tirkî, Erebî, Îngilîzî, Rûsî, Almanî, Îspanyolî, Fransî û Îtalî di e-Dewletê de hene, nebûna zimanê Kurdî bû sedema bertekên mezin.

Derbarê mijarê de welatîyên Amedê wiha gotin; “Dewlet li her derê li hemberê Kurdan û zimanê Kurdî polîtîkaya cudakarîyê dimeşîne û xebatên xwe yên asîmîlekirina Kurdan didomîne. Rakirin û betalkirina zimanê Kurdî di sazîyên perwerdehîyê û tabelayan de dewam dike.

Em diqîrin ku em vê yekê qebûl nakin û bang li rayedaran dikin ku demildest vebijêrka zimanê Kurdî li e-Dewletê zêde bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.