NÛÇEYÊN KURDÎ

“JI BO TAMÎRKIRINÊ HÊŞÊ WAN PIŞTÊ DIBISTAN VEDIBE TÊ SERÊ WAN?”

Li Amedê ji ber xebatên nûkirinê yên ku di saetên dersê de li lîseyekê tên kirin, xwendekar di nava dengê çakûç û metqeban de hewl didin dersê guhdar bikin.

“JI BO TAMÎRKIRINÊ HÊŞÊ WAN PIŞTÊ DIBISTAN VEDIBE TÊ SERÊ WAN?”

Li Amedê ji ber xebatên nûkirinê yên ku di saetên dersê de li lîseyekê tên kirin, xwendekar di nava dengê çakûç û metqeban de hewl didin dersê guhdar bikin.

Li Lîseya Keçan a Îmam Hatîp a Anadoluyê ya Borsa Stenbol ê ku li Taxa Peyasê ya navçeya Kayapinar a Amedê ye di saetên dersê da xebatên nûkirinê hatin kirin, bu sedema berteka xwendekar û dayîk û bavên wan. Xwendekar bi dengê nûjenkirinê neçar dimînin ku li dersên xwe guhdar bikin.

Li gor nûçeya Guneydogu Ekpsresê, dayîk ê û bavên 601 xwendekarên dibistanê nerazîbûn û bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin, "Çima havînê dema ku dibistan di betlaneyê de bûn vê yekê nedikirin, lê niha vî karî dikin. Piştê ku dibistan hatin vebû, hêşê wan hê nû hat ku dibistanê tamîr bikin?” Dayîk û bavên xwendekaran ku ji ber îskeleyên hesin ên li baxçeyê dibistanê ji ewlehîya jîyana xwendekaran bi fikar in, dîyar kirin ku karker li baxçeyê dibistanê dixebitin û vê rewşê bala zarokan ji dersan dûr dixe û belav dike.

Dayîk û bavên xwendekaran wiha pirsîn: "Zarokên me wê çawa ji bo îmtîhanan amade bibin?". Li alîyê din xwendekaran anîn ziman ku ew ji tiştên ku dîtine matmayî mane û diyar kirin ku ji ber ku dibistan di bin nûjenkirinê de ye nikarin li ser dersên xwe bisekinin. Derbarê mijarê de Hevserokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sen a Amedê Zulkuf Guneş daxuyanî da û got, “Mixabin li gelek dibistanên me yên Amedê pirsgirêkên bi vî rengê hene.

Di salên berê de li hin dibistanan dema ku xebatên înşaatê dewam dikirin perwerdehî jî berdewam dikir. Piştê vê bûyerê em careke din bang li berpirsên perwerdeya neteweyî û burokratên wezaretê dikin; Em dixwazin ku dev ji van pêkanînên ku ewlehîya jîyana zarokên me dixe xetereyê berdin. Her wiha em daxwaz dikin ku di rojên betlaneyê de prosedurên wiha bi awayekî saxlemtir bên kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.