NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO ÎTÎRAZÊN LI YSK’Ê ÎRO ROJA DAWÎ YE

Maweya îtîrazê ya li dijî biryar û zabitnameyên sindoqan ên hilbijartinên 14'ê Gulanê îro bi dawî dibe.

JI BO ÎTÎRAZÊN LI YSK’Ê ÎRO ROJA DAWÎ YE

Maweya îtîrazê ya li dijî biryar û zabitnameyên sindoqan ên hilbijartinên 14'ê Gulanê îro bi dawî dibe.

Li gor salnameya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li dijî biryarên lijneyên sindoqan û zabitnameyan, mafê partîyan heye ku li gor rêzê li hillbijartina navçeyê, hilbijartina bajar û herî dawî jî li YSK’ê îtîraz bikin.

Li dijî biryarên lijneya hilbijartinê ya navçeyan û zabitnameyan do heta demjimêr 17.00’an li lijneya hilbijartinê ya bajêr îtîraz hatin kirin.

Ji alîyê lijneyên hilbijartinê yên bajaran ve, nîvê şevê demjimêr 23.59an de biryar hat dayîn. Li dijî biryarên lijneya hilbijartinê yên navçeyan û zabitnameyên yekkirinê, îro heta demjimêr 17.00’an dikare li lijneya hilbijartinê ya bajêr îtîraz were kirin.

YSK, wê derheqê îtîrazên li dijî biryarên lijneya hilbijartinê û girtekên yekkirinê de biryara xwe bide. Piştê tevahîya pêvajoyên îtîrazê, YSK wê encamên teqez parve bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.