NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO SEROKÊN 12 BAROYAN JI WEZARETÊ DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ HAT KIRIN

Serdozgerîya Komarê ya Amedê derbarê serokên 12 baroyan ên ku li dijî operasyoneke muhtemel a Tirkîyeyê ya li ser Sûrîyeyê daxuyanî dabûn, ji Wezareta Dadê destûra lêpirsînê xwest.

Serdozgerîya Komarê ya Amedê bi hinceta ku 12 serokên baroyan sûcê "heqareta li miletê tirk, dewleta Komara Tirkîyeyê, sazî û organên dewletê" kirine, xebatên lêpirsînê temam kirin. Hat hînbûn ku Wezaretê heta niha bersiv nedaye daxwaza Serdozgerîya Komarê ya ku li gorî xala 301’emîn a Destûra Bingehîn, rapor amade kirîye. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, vekirina lêpirsîna li dijî 12 serokên baroyan ku di nav de ew jî heye, nirxand û got, pêvajoya lêpirsîn û darizandinê wê rê li ber wan negire ku dengê xwe bidin û wê li dijî binpêkirinên mafan têbikoşin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.