NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO NAMZEDÊN SEROKKOMARÎYÊ PÊVAJOYA ÎMZEYÊ ÎRO ROJA DAWÎ YE

Pêvajoya komkirina îmzeyan a ji bo namzetiya serokkomariyê ya hilbijartinên 14'ê Gulanê îro bi dawî bibe.

JI BO NAMZEDÊN SEROKKOMARÎYÊ PÊVAJOYA ÎMZEYÊ ÎRO ROJA DAWÎ YE

Pêvajoya komkirina îmzeyan a ji bo namzetiya serokkomariyê ya hilbijartinên 14'ê Gulanê îro bi dawî bibe.

Namzetîya Serokkomariyê ya Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce û namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan, eşkere bûn.

Pêvajoya komkirina 100 hezar îmzeyan ji bo namzedên serokomariyê yên ku ji aliyê hilbijêran ve bên diyarkirin, îro saet di 20:00 de bi dawî dibe.

Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce û namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Ata Sînan Ogan gihiştin 100 hezar îmzeyan. Bi vê awayê hejmara namzedên ku beşdarî hilbijartina serokomariyê bibin derket 4an. Lîsteya namzedên demkî yên serokomariyê wê sibe bê eşkerekirin û lîsteya dawî ya namzedan jî, wê di 31ê Adarê de were eşkerekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.