NÛÇEYÊN KURDÎ

“JI BO HILBIJARTINEKE ADÎL DIVÊ LI DIJÎ PROVOKASYONAN TEVDÎR BÊ GIRTIN”

Baroya Amedê û Baroyên Herêmê derbarê êrîşa bi keviran a li mîtînga Erziromê ya li dijî Şaredarê Bajarê Stenbolê û namzetê Alîkarê Serokkomar Ekrem Îmamoglû pêk hat de daxuyanîyeke hevpar dan.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Tenê hefteyek maye ji bo hilbijartinên Serokomarî û Parlamenterîyê yên ku di 14ê Gulanê de bên kirin û di demekê de ku propagandaya hilbijartinê tê kirin; tiştên ku do li Erziromê qewimîn û êrîşên ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajarên cuda hatin kirin, di warê pêvajoya hilbijartinê û ewlehîyê de bû sedema fikarên rewa.

Bê cudaxwazî û bêyî zext û zorê bi awayeke azad dengên xwe bigihînin hemû dengdêran; Hebûna derfetên wekhev ji bo hemû partî û berbijêran ji bo beşdarbûna hilbijartinan jî pîvaneke bingehîn e ji bo rewabûna hilbijartinan.

Em bang li hemû karbidestan dike ku ji bo zêdekirina pêbawerîya proseya hilbijartinê û bawerîya gel bi pêvajoyê, di nav sînorên ku di Destûr û yasayan de hatine dîyarkirin de erkên xwe pêk bînin; Em bang li hemû sîyasetmedaran dikin ku xwe ji zimanê propagandaya ku wê bibe sedema alozîya civakî dûr bixin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.