NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO DAXUYANÎYÊN KOCA: “PANDEMÎ HÊN NEQEDÎYA”

Pisporan bertek nîşanî daxuyanîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ya "Xem nekin, rojên me yên herî xerab li pey me ne." dan.

JI BO DAXUYANÎYÊN KOCA: “PANDEMÎ HÊN NEQEDÎYA”

Pisporan bertek nîşanî daxuyanîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ya "Xem nekin, rojên me yên herî xerab li pey me ne." dan. Pisporan dîyarkirin ku, daxuyanîyên "Şewb bi dawî dibe" rastiyê nîşan nadin. Serokê Komeleya Nexweşiyên Enfeksiyonê Prof. Dr. Mehmet Ceyhan, dîyarkir ku bi versîyonên nû re wê hejmara pêketiyan zêde bibe û got, “Şewbê ji qederê re hat hiştin. Versîyonên nû berdewam dikin. Her welat lêkolînan dike, lê Tirkiye nake. Ji ber vê yekê, em nizanin ka kîjan versîyonan li welatê me hene.” Prof. Dr. Saltik bi bîr xist ku daxuyanîya DSA’ya 'Pandemî bi dawî nebûye' û wiha got: "Wezareta Tenduristîyê bi hêvîya alîkariyê ji demsalê û bi qedandina derzîyê, naxwaze ji bo şewbê mesref bike. Hikûmeta AKP'ê û Wezareta Tenduristîyê qumar dikin. Bi tenduristîya gel dilîzin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.