NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO BORSEYA ZÊRGERAN A AMEDÊ PROJE HAT PÊŞKEŞKIRIN

Hat dîyarkirin ku ji bo avakirina Borseya Zêrgeran a Amedê projeyek hat pêşkêşkirin û ji bo terxankirina cîh jî gav hatin avêtin.

JI BO BORSEYA ZÊRGERAN A AMEDÊ PROJE HAT PÊŞKEŞKIRIN

Hat dîyarkirin ku ji bo avakirina Borseya Zêrgeran a Amedê projeyek hat pêşkêşkirin û ji bo terxankirina cîh jî gav hatin avêtin.

Serokê Odeya Zêrgerên Amedê Mehmet Yuksel, dîyar kir ku wan projeya Borseya Zêrgeran pêşkeşê Walîyê Amedê Alî Îhsan Su kirine.

Yuksel di daxuyanîya de destnîşan kir ku di projeya ku li ser 20 donim erd bê avakirin û 350 cîhên hilberîna zêr û kargeh tê de dihewe, wê di sektora zêrgeran de hemû hewcedarîyên zêrfiroşên bajêr bi cîh bîne.

Yuksel anî ziman ku ji bo projeyê ji Walî cîh daxwaz kirinê û wê bi talîmata Walî cîh were dîyarkirin û wiha got: "ji niha ve ji sektora me re pîroz be.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.